Wezareta Bazirganî ya Rêveberîya Herêma Kurdistanê ragihand ku îsal zêdetirî 80 hezar wesayît ji bo Herêma Kurdistanê hatine hinartin.
Di daxuyanîya Wezareta Bazirganî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku zêdetirî 80 hezar wesayît ji derve hatine. Rêveberê Giştî yê Wezareta Bazirganîyê Nevzad Kamil got: “Îsal zêdetirî 80 hezar wesayît hatin îthalkirin, lê ev îthal bi sînor e. Li gor rêznameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta meha Mijdarê destûr hatiye dayîn ku wesayîtên modela sala 2022an bên hinardekirin”.
Kamil herweha got: “Piştî tarîxa navborî wê îthalata wesayîtên modela 2022an bê qedexekirin û divê wesayîtên modela 2023an bên îthalkirin”. Li gor daneyên Wezareta Bazirganîyê par zêdetirî 100 hezar wesayît ji bo Herêma Kurdistanê hatine hinartin.