Civak

Hêjmara qurbaniyên erdhejê zêde dibe

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li navenda AFADê derbarê erdheja îro ya li Bakurê Kurdistanê daxuyanî da û ragihand, di encama erdheja sibeha îro de 912 welatiyên Tirkiyê canê xwe ji dest dane û 5 hezar û 385 kes jî birîndar bûne. Erdogan diyar kir, piştî erdheja 1939an a Erzînganê, erdhej û karesata îro ya herî mezin bû.

Derbarê erdheja bi hêza 7,7 pile de ku li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê çêbû, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxwiyaniyek da û amarên herî dawî yên qurbaiyan eşeker kirin û got, “Erdheja ku demjimêr 4:17 deqeyên berê sibehê de çêbû piştî erdheja 1939ê ya Erzinganê erdheja herî mezin bû ku hêza wê 7,7 bûye û li gelek cihan hest pê hatiye kirin.”

Erdogan derbarê qurbaniyan de jî amarên dawî eşkere kirin û got, “Heta niha 912 welatiyan canê xwe ji dest dane, 5 hezar û 385 kes birîndar bûne. Herwiha 2 hezar û 470 kes ji bin avahiyan hatine derxistin. Dû hezar û 812 avahî jî hilweşiyane.”

Serokomarê Tirkiyê behsa kar û xebatên rizgarkirinê jî kir û got, “Saziyên AFAD û Heyva Sor niha li navçeyên erdhejê li ser kar in. Niha 9 hezar karmend li ser kar û xebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan ji bin kavilan berdewam in. Di heman demê de kar û barên destnîşankirina hejmara kesên dibin kavilande mane û canê xwe ji dest dane jî didomin.”

Erdogan bal kişand ser alîkariyên navdewletî jî û got, “NATO û Yekîtiya Ewropa jî di nav de heta niha 45 welatan gotine ew ji bo alîkariyê amade ne.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser erdhejê got, “Li herêmên erdhejê li gelek cihan xebatên azadkirin û lêgerîna dibin avahiyan de berdewam in, em nizanin dê hejmara mirî û birîndaran bigihe çend kesan, hêviya me ew e em vê felaketê bi zerarên herî kêm derbas bikin. Di rewşên wiha de mijara gihandin û peywendiyan gelekî girîng e. Ji bo wê pêwîst e rêyên van navçeyan vekirî bibînin û kesên karekî wan ê bilez tinebe neçin wan deveran, saziyên alîkariyê jî divê ligel AFADê di nav hevahengiyê de kar bikin.”

Back to top button