Civak
Hêjmara pêşmergeyên şehêd û birîndar
Wezareta Pêşmerge di destpêka şerê DAÎŞê heta niha hijmara pêşmergeyên şehîd û birîndar eşkere kir.Wezareta Pêşmerge di derbarê rewşa Pêşmergeyên Kurdistanê de daxûyaniyek belav kir.Sekreterê giştî yê wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di daxûyaniyekî de radihine ku, ji sala 2007ê ve heta niha, hikûmeta Iraqê ne bûdceya Pêşmerge daye ne jî çek û keresteyên leşkerî daye Pêşmerge.Herweha di daxûyaniyê de Yawer dibêje: Ji roja 10ê Hezîrana par ve heta niha, hezar û 288 Pêşmerge di şerê DAIŞê de şehîd bûne, 7 hezar û 544 Pêşmerge birîndar bûne û 62 Pêşmerge jî wenda ne.