CivakRojev

Hêjmara penaberan gihat 5 milyon a!

Midûriyeta Koçberiyê da xûyakirin ku, hejmara penaberên li Tirkiyeyê 4 milyon û 893 hezar e. Hat zanîn ku li seranserê welêt li 1169 taxan hejmara penaberan li gor hejmara welatiyên Tirkiyeyê ji sedî 20 derbas kir û ji van taxan 54 li Stenbolê ne.

Midûriyeta Îdareya Koçberiyê ragihand ku hejmara penaberên li Tirkiyeyê 4 milyon û 893 hezar e. Her wiha hat ragihandin ku hejmara penaberan gihişte 5 milyonî, li seranserê welêt li 1169 taxan hejmara penaberan li gorî hejmara welatiyên Tirkiyeyê ji sedî 20 derbas kir û ev tax ji “qeyda biyaniyan” re hatin girtin. Hat diyarkirin ku ji van taxan 54 li Stenbolê ne. Li aliyê din li Hatayê, benaber gelek zêdebûne.

Wek din dixweyê ku penaber bandoreke nehînî li jiyana bajêr kirine.

Back to top button