Polîtîk
Hejmara parlementerên Bakûrê Kurdistanê kêm kirin
Serokayetiya Saziya Amarî ya Tirkiye û Lîjneya Hilbijartinên Bilind qaşo li gor hejmara nifusê, hejmara parlementeran jî rêkxistine.
Li gor encama kar û xebatên wan hejmara Parlementerên bajarên Kurdistanê yên wekî Dêrsim, Şirnex, Sêrt, Çewlim hwd. kêmkirine, wê hejmarê ji wan wergirtîn jî li ser bajarên Enqere, Stenbol, Bursa û Îzmîrê kirine.
Tê pêşbînîkirin ku ji niha ve desthilata tirkiye ji encama hilbijartinan tirsiyaye û dixwaze ji niha ve dest bi sextekariyên nihênî bike.