CivakRojev

Hêjmara nexweşên koronayê gihat 61 hezarî

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşa nexweşiya Koronayê gelek zêde dibe û roj bi roj belavtir dibe. Bê guman gelek tedbîr têne standin, lê dixweyê cardin rêjeya nexweşên Koronayê zêde dibin. Li gora pispora vêca vîrus digihê zarokên 0 salî heta 9 salî û niha gelek zarokên vî temeni de di nexweşxaneyan de radizin.

24 demjimêra dawî,hêjmara kesên nexweşbûne gihat zêdeyî 61 hezar kesî û hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn jî gihaye 346 kesî. Bi tevahî heta vê gavê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 milyon 384 hezar kes bi vê nexweşiyê ketine û ji van 36 hezar 346 kesî jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmar hejmarên fermî yên ku wezereta tenduristiyê ragihandine.

Back to top button