Cîhan
Hejmara dewletên ku Filistînê nas dikin zêde dibe
Piştî Norwêcê Îrlandayê jî biryar da ku Filistînê wek dewlet nas bike. Serokwezîrê Spanyayê Sanchez ragihand ku welatê wî wê di 28ê Gulanê de bi fermî dewleta Filistînê nas bike.
Hikûmeta Norwêcê ragihand ku ewê li gor hiqûqa navnetewî û biryarên têkildarî Konseya Ewlekariya Milletên Yekbûyî wê Fîlîstînê nas bikin.
Piştî vê daxuyaniyê Serokwezîrê Îrlandayê Harris ragihand ku welatê wî wê dewleta Filistînê nas bike.
Li aliyê din Îsraîl biryar da ku balyozên xwe yên li Îrlanda û Norwêcê paşde bikşîne.
Wezîrê Karên Derve Katz diyar kir ku ger Îspanya biryara naskirina dewleta Filistînê bide wê gavek bi heman rengî bavêje û Balyozê Îsraîlê yê li Madrîdê paşde bikşîne.