Civak

Hêjmara benaberan ji 125 hezarî bûrî

 Hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe û heta niha zêdeyî 125 hezar kes hatine herêmê û li hersê bajarên wek Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê bicîh bûne.

Di vê derbarê de Berpirsê Ragehandina Kampa Domîz li Dihokê Salim Seîd got: ‘’Tenê di yek roja borî de 1000 kes di sînorê Dihokê re derbasî herêmê bûne û hema bêje her roj bi vî awayî xelk ji rojava koçberî başûr dibe.’’

Li gor salim Seîd, li Kampa Domîz 92 hezar û 502 kes hatine bicîhkirin û 27 hezar û 500 kesên din jî berê xwe dane bajar û bajarokên din ên Herêma Kurdistanê.

Navbirî da zanîn ku niha li Kampa Domîz 3 hezar penaber bê çadir in û di nav çadirên penaberên din de dimînin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Çendîn car me daxwaz ji aliyên peywendîdar kir daku kampeke din vekin, lê belê heta niha tiştek nehatiye kirin.’’

 

(Bas)

Back to top button