CivakRojev

Heger hêzên Pêşmerge nebin yek

Jaco Beerends Konsulê Giştî yê Hollanda li Hewlêrê hişyarî da û ragihand ku heger Rêveberîya Herêma Kurdistanê di pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmerge yên girêdayî partiyên siyasî de gavan navêje, wê piştgirîya navnetewî winda bike.

Konsulê Giştî yê Hollandayê Beerends, ji televîzyonek xwecihî re di derbarê projeya yekkirina hêzên pêşmerge yên di bin kontrola Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de daxuyanîyek da.

Beerends, amaje bi wê yekê kir ku bêbawerîyek mezin di navbera PDK û YNKê de heye û diyar kir ku proseya yekkirina hêzên pêşmerge di rêyek rast de pêş neketiye û eger guhertin pêk neyê, wê Hikûmeta Herêma Kurdistanê  piştevanîya xwe ya navdewletî winda bike.

Beerends, diyar kir ku di pêvajoya reforman de, di asta teknîkî de pêşketin çêbûne û got: “Di nava artêşê de gelek kes hene ku bi rastî hewl didin pêşketinan pêk bînin, lê projeya yekbûnê bi rastî wek ku tê xwestin bi pêş nakeve”.

Back to top button