PolîtîkRojev

Hebûna PKKê rewatiyê dide êrişên Tirkiyê

Çavdêrekî siyasî dibêje, PKK behaneyan dide destê Tirkiyê da ku êrişî deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bike.

Çavdêrê siyasî û xwandekarê qonaxa lîsansa bilind di pêwendiyên navdewletî de, Hawkar Celal ji BasNewsê re got, operasyon û livînên Tirkiyê berovajî rêkeftin û qanûnên navdewletî ye lê hebûna PKKê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê, dibe sebeba wê yekê ku ew reftarên Tirkiyê heta astekê rewa bin.

Hawkar Celal her wiha got, PKK hîn jî di lîsteya terorê ya Amerîka de ye û Tirkiye jî endamê NATO û hevpeymanê Amerîka ye, loma civaka navdewletî li hember êrişên Tirkiyê li dijî baregehên PKKê yên li nav xaka Herêma Kurdistanê de bêdeng dimîne.

Wî çavdêrê siyasî anî ziman, ew kom û rêxistina ku li ser esasê îdeolojiyê were damezirandin, di dûmahîkê de kole û êxsîrê wê îdeolojiyê. Îdeolojiya PKKê jî dikare bibe metirsî li ser kurdan û pêgeha Herêma Kurdistanê.

Back to top button