HDPê rê neda peşengeha Şehîdên Kurdistanê
Tevgera Ciwanên Kurdistanê piştî Diyarbekirê li Qoserê jî xwestin pêşengeha weneyên şehîdên şerê DAÎŞê vekin.
Komeleya Tevgera Ciwana ji bo cih serî li bajarvaniya Qoserê dan. Lê bajarvaniya HDPê destûr neda ku pêşengeha weneyan bê vekirin.
Piştî helwesta bajarvaniyê, ciwana serî li Qeymeqamiyê da.Qeymeqamî destûr da ku pêşenge bête vekirin.
Belgeya şeredariya Qoserê
Xelkê deverê gelek eleqederiyek mezin nîşan da û pêşengeh ji aliyê xelkê ve hate ziyaret kirin. Piştî ku dîtin xelkê gelek bala xwe dan pêşengehê, zabitayên bajarvaniya HDPê û polisan hatin daxwaz kirin alayê Kurdistanê rakin.
Lê ciwanan rê neda piştre bi rêya dadgehê biryara rakirina pêşengehê girtin. Di vê derbarê de berpirsê Tevgerê Serhat Mêrdînî da xuyakirin ku: Piştî helwesta şeredariyê helwesta dadgehê jî balkêşe. Herweha zabitayên şeredariyê û polisan bi hevre xwestin alayên Kurdistanê rakin.