HDP li beramberî girtinê ye û îhtîmal heye HDP berî hilbijartinan wek partî ji alî Dadgeha Makzagonê ve bê girtin. Li hember vê yekê, rêvebirên HDP jî ne destvala ne û ji berê de amadekarîyên xwe kirine û xwedîyê plana B ye. Plana B jî Partîya Kesk a Çep e. Ev partî ji zû de hatiye sazkirin û li ber dest e.
Çend roj berî hilbijartinan, stratejîyên hilbijartinên partîyan dest pê dike. Piştî ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) partîyên ku dikarin beşdarî hilbijartinê bibin eşkere kir, partî ji bo diyarkirina stratejîyan dixebitin. Berevajî partîyên din, Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber îhtimala girtina xwe xebatên xwe yên li ser stratejîya alternatîf a plana B didomîne. Alternatîfa HDP ya ku demek dirêj e di rojevê de ye, eşkere bû ku ewê di bin sîwana Partîya Çep a Kesk de beşdarî hilbijartinê bibe.
Demek dirêj dihat axavtin ku li hember îhtîmala girtinê wê HDP bi Partîya Çep a Keskan bikeve hilbijartinê. Lê besbûna Partîya Çep a Keskan ji bo ketina hilbijartinan ev demeke bûbû sedema pirsan. Partî her çendî demek dirêj şert û mercên ketina hilbijartinê bi cîh anîbû jî, ji YSKê bersivek zelal negirtibû. Bi ragihandina YSKê ya partiyên ku wê di 11ê Adarê de bikevin hilbijartinê, ji bo HDPê rehetiyek çêkir û Partîya Çep a Keskan jî di nav de 36 partî bûn xwedîyê wesfên hilbijartinê.