Polîtîk

HDP tifaqa li gel CHP û IYI Partiyê eşkere dike

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê demeke li ser awayê tifaqên hilbjartinên herêmî gotubêj têne kirin. Sedema vê ya bingehîn hinek tifaqên nehînî ne. HDP li gelek deveran li gel bloka CHP, IYI Parti û Partiya Seadetê tifaq pêkaniye. Lê ne CHP û ne IYI Parti li vê tifaqê xwedî dernakevin.

Ji aliyek din AK Partî îdia dike ku CHP û IYI Partiyê li gel HDPê tifaq kirine û di vê derbarê de wan bi tundî rexne dike û dibêje “ wan li gel Qendil û PYDê tifaq kiriye“.

Lê bi tu awayî CHP û IYI Partî li vê xwedî dernakeve, heta IYI Parti ji Erdogan jî tundtir behsa HDPê û Qendil dike . Lê CHP bêdengiya xwe berdewam dike.

HDPê bi rêyên cuda behsa vê tifaqa nehînî dike û vê yekê eşkere dike. Ji berê niha du roja hevseroka HDPê Pervin Buldan di axavtinek ya xwe de, da xûyakirin ku di hilbijartinan de HDP dê were temsil kirin û di gelek cihan de berbijêrên wan di meclisên şaradariya de hebin. Piştî vê rojekî medya Tirkî nave hinek endamên HDPê ku li Stanbulê di lîsteya CHPê de cih girtîn eşkere kir.

Duhî jî hevserokê HDPê Sezai temelli di axavtinek ya xwe de got: Me rêya demokrasiyê hilbijartiye.Helwesta me pişgiriya hêzên demokratik e. Ji bo vê yekê bila berbijêrê CHPê yê Enqere Mansur Yavaş û berbijêrê Stanbulê Ekrem Îmamoglu bizabine ne bi dengên HDPê be ew sernakevin. Yanî dive herkes hesabê HDPê bike.

Temelli jî bi vê axavtina xwe de, eşkere kir ku wan di nava tifaqe kê de cih girtine. Herweha Temelîî aliyên di nava vê tifaqê de wek hêzên demokratik dide naskirin.

 

Back to top button