HDP ne li gel nêrînên Şivan Perwer e
HDP li ser gotinên Şivan Perwer ên derbarê Kurdên Êzidî de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku “HDP ne li gel nêrînên Şivan Perwer e ku di wê bernameyê de derbirîne”
Tulay Hatimogullari, Cîgira Hevserokên Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser gotinên hunermendê Kurd Şivan Perwer ên derbarê civaka Kurdên Êzidî de di bernameya ‘Dengê Hunerê’ de ku ji aliyê lîqa Stenbolê ya HDP û Navenda Çanda Mezopotamyayê ve li ser torên civakî hatibû sazkirin, daxuyaniyek belav kir.
Di vê daxuyaniyê hatiye balkişandin ku Şivan Perwer di wê bernameyê de ji hunerê heta siyasetê û ji dîroka Kurdan heta muzîkê, derbarê gelek mijaran de ramanên xwe derbirîne û HDP dibêje: “Hinek gotinên Perwer ên derbarê Êzidiyan, li nav civaka Kurdên Êzidî bûne cihê nerazîbûnê. Jibilî ku em ne li gel wan gotinan in, em li dijî her gotineke ne ku beşeke civakê pê diêşe.”
Her wiha daxuyaniya HDP de dibêje: “HDP ne li gel nêrînên Şivan Perwer e ku di wê bernameyê de derbirîne”.