HDP ji bo çi di referandumê de bêje NA
Di derbarê guhertina destûra Tirkiye û di vê yekê ve girêdayî mijara referandumê vê gotubêjên germ têne kirin. Partiyên siyasî dîtinên xwe dibêjin û behsa helwesta xwe di referandumê de dikin.Di vê derbarê de berpirsê gruba HDPê di parlementoyê de Ahmet Yildirim daxûyaniyek da. Yildirim helwesta CHPê rexne kir û got, CHP ji bo parastina statûkoya 100 sala dibêje NA û di referandumê de dijê qebûl kirinê derdikeve.Ahmet Yildirim di vê derbarê de bersiva pirsa rojnemevana da û got: Em helwesta CHPê ku dibêje NA bi tundî rexne dikin û baş nabînin. CHP ji bo statûkoya 100 sala biparêze dibêje NA û li gor wê kampanyayê dike. Yên dixwazin guhertina destûrê jî bikin hewldidin ku Tirkiye 200 salan şûnve bibin. Em van herdu sedeman jî qebûl nakin. Divê li vî welatî aşitiyek ku 80 milyon insan xwe di nav de bibîne pêkwerê. Em ji vê yekê kampanyak NA ji bo referandumê destpêdikin. Emê vê kampanyayê li gel dezgehên bi hêz û gel rêvebibin. Em rast nabînin ku NA me wek NA CHPê bête şirove kirin.Rastî jî CHP dizanê ji bo çi dibêje NA, CHP ji bo parastina Cumhuriyeta Ataturk ku hîmên wê li ser inkar û îmha kurda hatiye avakirin dibêje NA.Lê HDP ji bo çi dibêje NA nizane. HDP bivê nevê xizmeta kampanya CHPê dike. Ji hemûyê girîngtir di vê babetê de jî HDP new ek partiyek kurd wek partiyek çepê Tirk difikire.Ev destûr ji bo Kurdistanê û bo Kurda tiştekî ji destûra berê cuda nayne. Destura Tirkiye ya heyî ya tê çêkirin jî ji bo gelê Tirk e. Destûrek nijadperste. Bila HDPê ji bo vê li dij derkeve û nekeve di xizmeta parastina Cumhuriyeta Ataturk de.Başe ji bilî mirov bêje NA yan jî ERÊ mirov dikare di referandumê de herê ser sandoqa û bi dengegî bide ku vê helwesta hemû partiyên di parlementoyê de pencera Kurdistanê ve protesto bike. Herin ser sandoqa ala Kurdistanê yan jî sloganek ji bo Kurdistanê dewsa ERÊ yan Na debavêjin sandoqa.