Hawramanî: Em nikarin li hember binpêkirina mafên destûrî bêdeng bimînin
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanaê Hawramanî got: “Carek din berevajî hemû daxuyanî û axaftinên di civîn û peymanan de hatin kirin, şandina 700 milyar dînarî hat paşxistin”.
Hawramanî, di derbarê neşandina butçe û mûçeyen karmendên Kerêma Kurdistanê û de got: “Şanda Herêma Kurdistanê wê vê hefteyê biçe Bexdayê. Diviyabû hefteya borî mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bihata şandin”.
Hawramanî da zanîn ku şanda Herêma Kurdistanê wê li Bexdayê hevdîtinan pêk bîne û got: “Em naxwazin biryarek dawî û radîkal li ser vê mijarê bidin û karmendên Herêma Kurdistanê têxin rewşek zehmet”.
Havramanî di dawiyê de got: “Herêma Kurdistanê di dema borî de bi awayekî eşkere niyeta xwe ya lihevkirina bi hikûmeta federal re nîşan da. Tiştek li pêşiya me nemaye. Lê heger rewş wiha berdewam bike, em nikarin li hember binpêkirina mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê bêdeng bimînin”.