Polîtîk

Haniye û Demirtaş hevdîtin

Endamê buroya siyasî yê rêxistina Hammasê û serokwezîrê hukumeta Xezayê Îsmail Haniye di çerçova serdana xwe ya Tirkiye de îro serdana BDP-ê kir û li gel hevserokê BDP-ê Selehattin Demirtaş hevdîtinek pêkanî.

Di vê hevdîtinê de behsa pêwendiyên Filistînî û Kurda hate kirin. Haneyî da xuyakirin ku, ew gelek keyfxweşe ku, pêwendiya Tirkiye û kurdan jî li gel Filistîniyan baş e.

Herweha li gora aghdariyên medyayê Îsmail Haneyî hevserokê BDP-ê Demirtaş dawetî Xezayê kir.
Haneyî doh jî li gel serokwezîrê Tirkiye Erdogan hevdîtinek pêkanî bû. Hevdîtina Haneyî û Demîrtaş û sedema û naverok a vê hevdîtinê ji bo medyayê bi zelalî nehat ragihandin.

Back to top button