Di daxuyanîya ku ji teref Odeya Bazirganî ya Amerîka ve hat dayîn de, hat ragihandin ku Hamdî Ulukaya wê wek serokê nû yê Konseya Karsazîyê ya Amerîka-Tirkîye kar bike.
Seroka Odeya Bazirganî ya DYA Suzanne Clark, di daxuyanîya xwe de got, “Çobanî û CEOyê wê Hamdî Ulukaya ruhê karsazîya hevpar a derdorên karsazên Amerîka û Tirkîyê temsîl dikin”. Clark, bal kişand ser wê yekê ku Ulukaya wê rêberîya xwe ya dînamîk û pabendbûna xwe ya nûbûnê bi têkilîyên dualî re bimeşîne.
Clark destnîşan kir ku Odeya Bazirganî ya Dewletên Yekbûyî li bendê ye ku bi Ulukaya re bixebite ji ber ku bazirganî û veberhênanên di navbera DY û Tirkîyê de pêşde diçin û hewildanên başbûnê bileztir dibin.
Midûrê Çobanîyê Hamdî Ulukaya jî diyar kir û got: “Ez şanaz im ku ez beşdarî Civata Karsazî ya DY-Tirkîyê dibim da ku zanîn û çavkanîyên me yên hevpar bikar bînim, ji bo guhertinên erênî bimeşînim û ji bo herkesî cîhanek dadperwertir û domdartir biafirînim hevkarîyê bikim”. Hamdî Ulukaya Kurdekî Dersimê ye û li Amerîkayê karsazekî navdar e.