Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê Ahmet Sehaf di daxuyanîya xwe de diyar kir ku wê Wezîrê Derve yê Tirkîyê Haklan Fîdan serdana Iraqê bike. Ahmet Sahaf ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan wê bi serdaneke fermî serdana Bexdayê bike. Sehaf diyar kir ku Fîdan dê di 23ê Tebaxê de were Iraqê û bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re bicive.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Havramanî jî ragihand ku di çarçoveya serdana Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan de, ewê li Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicivin.
Berdevkê Hikûmetê Pêşewa Havramanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di derbarê mijarê de daxuyanî da. Havramanî diyar kir ku Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan wê hefteya bê serdana Herêma Kurdistanê bike. Hewramanî diyar kir ku di çarçoveya serdanê de Hakan Fîdan wê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî bicive û got: “Di vê hefteyê de Wezîrê Derve yê Tirkîyê wê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re bicive”.