Hakan Fîdan pîrozbahî li Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi boneya Cejna Newrozê nameyek ji Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re şand.
Di daxuyaniya ku li ser rûpela Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye dayîn de hat gotin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek pîrozbahiyê ji Wezîr Fîdan wergirtiye û di peyama xwe de Wezîr Fîdan salek nû, xweş û aram ji wan re xwestiye.
Wezîr Fîdan di daxuyaniya xwe ya têkildarî peyamê de ev agahî dane:
“Cejna we ya Newrozê, ku sembola berxwedan, aştî, vejîna xwezayê, sersala nû û kevneşopiyek kevnar e, birêz Serok, hevalê min ê hêja, ez Newroza we bi hestên xwe yên ji dil û can pîroz dikim”.
Wezîr Fîdan wekî din gotiye: “Ez hêvî dikim ku hevrêzî û hevkariya di navbera her du aliyan de ji bo dabînkirina aştî û aramiya herêmê xurtir bibe”.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di nameyek din de bi boneya Cejna Newrozê pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî kir.
Wezîrê Karên Derve Fîdan di nameyê de pîrozbahî li Serokwezîr kir û jê re salek nû û xweş, aram û bi tendurist xwest.
Di nameya pîrozbahiyê de hat gotin ku “Newroz sembola sebir, aştî, vejîna xwezayê, sala nû û kevneşopiyek kevnar a hevpar e”.