Polîtîk

Haaretz: Mafê Kurda heye bibin xwedî dewletekî serbixwe

 

Li salên nohtan de min beşdarî li konferansek da kir û li dema pêşkêşkirina gotara xwe de min beramberî li navbera tevgera neteweyiya Kurd ya li nav “Iraq” û tevgera neteweyiya Filistînê kir.

Konferans taybet bû bi guhertinên li nexşeya siyasiya rojhilata navîn, ew jî piştî şerê kendavê ya sala 1991 û peymana Osloya sala 1993 û dirustbûna du qewareyên weku derencama van 2 rûdawên girîng: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Iraq û Desthilatdariya Filistîn li Filistînê.

Li wê demê de Filistîniyan û Kurdan di derbarê mafê çarenûsa xwe gelek dipeyvîn û her ji bo wê yekê jî tiştekî sirûştî û asayî bû xalên hevbeş û cûdayên tevgera neteweyiya Kurd û Filistînê bêne rûn kirin.

Min li dema beşdarîkirina vê konferansê da li wê karê rabûm, lê belê gotinên min bûne sedema aciziya beşdarvanan û hinek ji wan hola konferansê bi cîh hiştin, ji ber ku zêdetirê wan beşdarvanan Ereb bûn. 

 

Dema vê beranberiyê hatiye

Eve çendîn sal bû ev cûre beramberî bi tiştekî qedexekirî dihat zanîn, ji ber ku Ereban nedixwest tu gel û neteweyekî din li gel Filistîniyan beramber bikin.

Her wiha berpirsên wan welatên ku gelê Kurd têda dijî amade nebûn tu cûre mafekî bi nasnameya Kurd bidin û yarmetiya wan bidin bo ku biryar li ser çarenûsa xwe bidin. Civaka navdewletî jî ji ber parastina berjewendiyên xwe van cûre beramberiyan qebûl nedikirin. 

Niha dema ewe hatiye dawiya vê tişta qedexekirî bînîn û wê rastiyê ji bo hemû aliyek rûn bikîn ku belê dikarîn vê beramberiyê encam bidîn. Eger vê beramberiyê bikîn wê demê ji bo me derdikevê ku Kurd ji Filistîniyan zêdetir mafê wane ku bibin xwedî dewleta serbixweya Kurd. 

 

Dîrok û ziman û kultûr û nasname

Dîroka Kurd gelek kevine û bi dirêjahiya dîrokê Kurd li ser nîştimana xwe de jiyane. Ew xwedî zimanekî hevbeş, kultûrekî hevbeş, nasnameyekî hevbeşin û ev tiştên hevbeş jî wan ji cîranên wan cûda dike.

Eger bê û di derbarê Kurdên Iraqê jî bipeyvîn, wê demê dizanîn ku hejmara Kurd li Iraqê da li ser 5 milyon kesaye, eve li demek de ku nêzîkî 4 milyon Filistînî li rojava û Xezzeyê da dijîn. 

Li warê dîrokê jî, mafê çarenûsa Kurdan ji aliyê Serokê berê yê Emerîka (Willson) ve gelek bi eşkere dihate nasîn. Eve jî li dema pêşkêşkirina gotara bi nav û dengê sala 1918 de diyare. Peymana Sevr jî heman mafê daye Kurdan, lê belê îş li ser nehatiye kirin. 

Brîtanî jî li piştî cengê duyemê cîhanî girîngiyê bi gelê Kurd dan. Hejmarek ji berpirsên Brîtanya daxwaza damezrandina dewletekî serbixweyiyê Kurd dikirin û hejmareke din jî dijî bûn, lê belê li dawiyê de axaftina wan bi serket ku dijî damezrandina dewleteke bûn. Li ser wê yekê jî Kurd li Iraqê da dev jê berneda û bi dirêjahiya sedsala 20 ji bo destkeftina mafên xwe xebatê kirin. 

 

Destkeftên Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Eger bêt beramberiyek li navbera Kurdistan û Filistînê da bikîn, wê demê ji bo me rûn dibê ku destkeftên Hikûmeta Herêmê li warê avadankirin û damezrandinê de gelek ji destkeftên berpirsên desthilatdariya Filistînê zêdetirin.

Pêwîste li beramberiyeke vî awayî de wan tawanan ji bîr nekîn ku Seddam Husên dijî gelê Kurd encam dan, bi taybetî tawana jenosayda salên 1987-1988.

Li ser eve jî gelê Kurd karî kar ji bo avadankirina nîştimana xwe bike û niha jî Kurd xwedî Parlemenekî girînge, Hikûmetekî çalak, hêzekî asayîşa bi hêz heye û pêvajoya demokrasiyê jî li Kurdistanê da bi awayeke baş geş bûye. 

Ji wê jî zêdetir, Herêma Kurdistanê bûye modelek ji bo gelek welatên navçeyê, eve jî bi sedema wê siyaseta aboriya serketiye ku Hikûmeta Herêmê peyrew dike û ev civaka wê ya zîndî ku heye. Her wiha, Kurdên Iraqê hêvî nebirine ber karê terorîstî û îslamiya siyasî jî raya xwe bernedaye vê navçeyê. 

 

Kurdistan û mercên dewleta serbixwe

Li gor “Kongreya Montîvîdeo” ya sala 1933, her pêkhateyekî neteweyî ku daxwaza damezrandina dewleta serbixwe dike divê ev mercên xwe hebê: Rûniştvanekî cîgîr, sînorekî diyarkirî, hebûna şiyana dirustkirina pêwendiya li gel welatên din.

Eger bê û temaşe Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bikîn, ji bo me rûn dibê ku ev hikûmet gelek van mercên xwe heye, bi dilniyayiyê ve heye û ji ya desthilatdariya  Filistînê ne kêmtire. 

Ewê ku pêwendî bi rûniştvanên cîhgîr ve heye, tu kes nikarê eve înkar bike ku Kurd herî kêm ji sedsala 7 ê zayiniyê ve li vê nîştimana xwe ya niha de dijî. Birêvebirina navçeyên Kurdan jî ji aliyê Kurdan bi xwe ve li sedsala 16 an de destpêkiriye, her çende li sedsala 19 an de vê desthilatê ji dest dan. 

Ev zanyariyên ku me heye eve nîşan dide ku Filistînî ne bi vî awayî bûn û karubarê xwe jî birêve nebiriye. Pirsa sînûrekî diyarîkirî û kêşeyekî hevbeşa Kurdan û Filistîniyane, lê belê pîsporekî yasaya navdewletî li zanîngeha “Ibirî” bi navê profesor (Rûs Lapîtos) dibêje, nebûna sînûrekî rûn û eşkere nabê berbestek li ber ragihandina dewletekî serbixweda. 

 

Çalakiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Ewê ku pêwendî bi merca sêyem ve heye, guman li wir da tûne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek ji desthilatdariya Filistînê çalaktire. 

Raste Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî Desthilatdariya Filistînê pêwendî li gel welatan tûne, lê belê divê wê rastiyê li ber çav bigrîn ku Hikûmeta Herêmê li çend salên derbasbûyî de pêşketinên mezin li vî warî da bi destxistiye.

Raste Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûnerayetî li rêxistina Neteweyên Yekgirtî û rêxistina navdewletiyên din de tûne, lê belê eve jî bi sedema wê ne dadperweriyê ye ku li pêwendiya navdewletiyan da li cîhanê da tê dîtin. 

Lêkolînereke Tirk li babetekî nû de rexne li berpirsên Emerîka girtibû li beranber piştgîrîkirina li Israîl.

Ew lêkolîner vê pirsiyarê kiribû: “Ji bo çi divê Îsraîl dewlet bê, lê belê Filistîn dewlet nebê?” Gelo eve jî ne mafê meye em pirsiyarê bi cûreyekî din bikîn: “Ji bo çi divê Filistîn bibê dewlet, lê belê Kurdistan nebê dewlet?”. 

 

Têbînî: Profesor “Ofra Bengio” berpirsê programa lêkolîna Kurde li “Navenda Moşî Dayan” li zanîngeha “Televîv”. Ew nivîskarê kitêba “Kurdên Iraq: Damezrandina dewletek li nav dewletekî din da”. ye 

 

Jêder: Ofra Bengio Rojnameya “Haaretz” Îsraîlî

Wergera Kurdî: Rojeva Kurd

 

Back to top button