Cîhan

Guterres: Hêvîdarim Newroz ji bo her kesî bibe sedema aştî, tenduristî û bextewariyê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di peyama xwe ya pîrozbahiyê de bi helkefta Cejna Newrozê daxwaz kir ku Newroz ji bo her kesî bibe sedema aştî û aramiyê.

Guterres di peyama xwe ya pîrozkirina Newrozê de got:

“Hevalên hêja, Newroz cejna destpêkek nû ye. Ev destpêka sala nû ye, hatina biharê û vejîna xwezayê ye “.

Antonio Guterres di peyama xwe de got:

“Cejna Newrozê bi mîlyonan mirovên ji nifş û neteweyên cuda dicivîne. Di vê dema dijwar de Newroz cesaretê dide diyalog, cîrantiya baş û lihevkirinê“.

Guterres weha got:

“Ev cejn armanc û nirxên Neteweyên Yekbûyî, mafên mirovan û rûmeta mirovan xurt dike. Lewma em hemû bi rihê Newrozê ber bi rêya rast ve bimeşin. Werin em hêza xwe ji bo çareserkirina nakokiyan, xurtkirina yekîtiyê û piştgiriya hev bi kar bînin”.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di berdewamiya peyama xwe de got:

“Ez pîrozbahiyê li hemû kesên ku Newrozê pîroz dikin dikim û hêvî dikim ku Newroz ji bo her kesî bibe sedema aştî, tenduristî û bextewariyê”.

Back to top button