Piştî şewiyandina Qurana Pîroz ji aliyê welatiyek Iraqî li paytextê swêd li Stockholm, gelek welatan ev yek şermezar kir û di vê derbarê de rexne li hukumeta Swed kirin. Lê berteka li Bexdaya paytextê Iraqê cuda bû. Erîşê Balyozxaneya Swêdê kirin û Balyozxane şewitandin.
Niha jî heman gurubên Balyozxane şewitandin, dibêjin ku ew, dê Balyozxaneya Danimarka jî li Bexdayê bişewitînin. Herweha Swêd biryar da ku balyozxaneya xwe bigre û veguheze Swêdê. Li tehdîtên grubên tundrewên Îslamî li himber Swêd berdewam dikin.
Niha jî heman gurub dibêjin ku, hemû welatiyên Swêd li her derî ji bo armancin. Gelek pisporên terorê li Swêd didin xûyakirin ku, divê ev tehdîtên van gurubên tundrewên îslamî ciddî werin wergirtin.