Polîtîk

Gunay: Gelek kesên AK Partiyê ji Soylu û Bahçelî nerehet in.

Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu piştî êrîşa li Taksîma Stenbolê sersaxiya Amerîkayê red kir û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî, ji bo sersaxiyê spasiya Amerika yê  kir.

Di civîna fraksiyona MHPê de Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî da xûyakirin ku, peyamên sersaxiyê yên DYA’yê ne rastin û derewîn nirxand.

Alîkarê Serokê Giştî yê Koma AKP’ê Bulent Turan piştî vê helwesta cuda daxuyanî da û got, “Wezîrên me gelek bi qîmet in, lê divê em li cihê ku serokê me lê radiweste, bisekinin.”

Wezîrê Çand û Turîzmê yê berê û yek ji parlementerên berê yê AKP’ê Ertugrul Gunay der barê mijarê de ji Rojnameya Ant re axivî û got, “Birêz Soylu û hevkarê biçûk ê hikûmetê birêz Bahçelî, helwesta xwe de ji melîk melîktirin. Ew li şûna ku bi aramî nêzikî mijarê bibin, bi zimanekî tûj nêzikî her pirsgirêkekî dibin ev tercîha wan e. Gunay dibeje ku, “ “Ew li vî welatî nerehetiyê çêdike û carê desthilatê têxe tengasiyê de.“

Gunay berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Wan sûcdarkirinên pir tûj û xemgîn kirin ku bi tu delîlan nehatin piştgirî kirin. Birêz Serokomar jî helwesta ku divê rayedarekî dewletê nîşan bide girt û spasiya hemû kesên ku sersaxî xwestine kir. Dema ku em ji vir lê dinêrin, pir eşkere tê dîtin ku nakokiyek kûr a ramanan, cudahiya nêrînê li ser cîhanê heye.

Dema em li salên berê yên Partiya Dad û Geşepêdanê dinêrin, di navbera helwesta Birêz Soylu û Bahçelî û helwesta AKPê de ji sedî sed nakokî heye. Lê di van demên dawî de Partiya Dad û Geşepêdanê helwestên van kesan tehemmul kir, ku di demên borî de gotinên herî tund ji AK Partiyê re gotine, dibe ku ji ber erkên din be. Ev tolerans di her kêliyê de dikare têkhere.

Gunay bi vî awayî daxûyaniya xwe berdewam dike: Wek CHP û gelek partiyên din, di Partiya Dad û Geşepêdanê de jî gelek navên ku ez pê re dicivim hene. Bi rastî, gelek hevalên me yên ku ji dema derketina Partiya Dad û Geşepêdanê ve li wir bûn, ji ber rewşa AK Partiyê ya van salên dawî aciz in. Ji ber ku di salên borî de yên ku gotinên herî giran û û xirab AK partî tawanbar kirîn, dijberên AK Partiyê yên wek Bahçelî û Soylu bûn. Bi eşkereyî, îro jî xuyaye ku wan helwesta xwe zêde neguherandiye. Di vê serdemê de jî, helwesta xwe  li himberê demokrasî û mafên mirovan didomînin.

Tevî vê yekê yek jê hevparê biçûk ê AK Partiyê ye û yê din jî endamê Kabîneya Serokomariyê ye. Helbet ne mimkûn e ku ew endamên ku ji bo AK Partiyê xebat kirine û hê jî sozên AK Partiyê di dilê xwe de dihêlin, bi fikar lê nenêrin û ne nerehet bin. Nerehetiyeke  wiha niha di nav AK Partiyê de heye.

Di nawenda AK Partiyê de gelek kes ji helwesta van acize, lê dengek bilin behsa nerihetiya xwe nakin. Ez baş dizanim ku, gelek kadroyên AK partiyê ji helwesta MHPê û ya Soylu acizin.

Back to top button