Polîtîk

Gulseren Onanç: Divê perwerdehiya bi Kurdî nebe tabû

Cîgira Serokê Giştî yê CHPê Gulseren Onanç, ji rojnameya Cumhuriyetê Turey Kose re, daxuyaniyên di derbarê wek pirsgirêka Kurd, BDP, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û xweseriyê de dan. Onanca ku di kongreya BDP de CHP temsîl kiribû û beşdarî kongreyê bûbû, diyar dike ku, li Tirkiyê divê perwerdehiya bi zimanê dayikê nebe tabû û mijara xweseriyê jî bê gotûbêjkirin. Gulseren Onanc wiha dibêje, “pêwiste BDP topê navêje Îmraliyê û ev bi xwe çalak bin. Pêşniyara herêma xweser, pêwiste em bi awakî rastîn têxine rojeva xwe û  rûnin û gotûbêj bikin. Divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî nebe tabû, ev pirsgirêkeke zarokan e.”

Gulseren Onanç, ji bo ku xwîna tê rijandin bê rawestandin, pêşniyarek bilêv kir. Onanç diyar dike ku, bona ku xwîn rawesta, bila di bin navê hevdîtina “Dolbenda Spî” de, dayikên leşkeran yên ku zarokên xwe wenda kirine û dayikên gerîla yên ku zarokên xwe wenda kirine bila werine ba hev. Ragihand ku wana difikirin ku biçine herêmê û  hevdîtineke bi vî rengî lidarbixînin.

Onanç tîne ziman ku, dema ev beşdarî kongreya BDPê bû, ku li salonê postera Ocalan dît, ev nerehet bûye û ji aliyê gellek kesan ve hatiye rexnekirin ku ev çima beşdarî kongreyê bûye.

Onanç, di mijara xweseriy de jî dibêje, ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, pêwiste ji bo Tirkiye baştir bê revebir kirin, hîn ber bi demokratîkbûnê ve biçe, pêwiste em li ser mijara xweseriyê bifikirin û gotîbêj bikin.

Di majara Perwerdehiya bi zimanê zikmakî de jî wiha dibêje: “Zarokek, herî hêsan û baştir bi zimanê dayikê xwe fêrî tiştan dike. Herwiha, ku zarok li malê bi ziman û nirxên din, li dibistê bi ziman û nirxên din re rû bi rû dimîne, ji dibistanê û perwerdehiyê sar dibe. Pisporan ez qaîl kirim ku, pirsgirêka perwerdehiya bi zimanê dayikê, pirsgirêkeke zarokan e. Pêwiste em zarokên Kurdan qezenç bikin û wana xurtir bikin. Wek Demîrtaş jî got, pêwiste em karibin bi hev re bigrin û xwe karibin şûna birayên me Kurd kin.”  

 

Back to top button