Cîhan

Gulf Keystone berhemanîna nefta Kurdistanê bilind dike

Kompanya Gulf Keystone Petroleum hewl dide îsal berhema nefta li Kurdistanê bilind bike, li sê heftiyên yekema sala nû zêdetirê kompanyayan ragihandiye berhemanînê bilind dikin û çalakiyên xwe yên li Kurdistanê berfirehtir dikin.

Li gor ragihandina kompanyayê, sala derbasbûyî hemû berhemhênanên li kêlgehên neftî yên li Şêxan 32 hezar û 883 bermîl bûye, li gor pêşbînî û xwasta kompanyayê bûye, lê belê ji wê rêjeyê jî bilindtir bûye û niha berhema neftî ya kêlgehê 40 hezar bermîle li rojek da, bi wê wateyê berhema neftî li salek da li kêlgeha % 4.2 zêde kiriye.

Kompanya daxuyaniyek de ragihandiye û dibêje: “Ji bo sala 2020 kêlgeha neftî ya Şêxan berdewam dibê li pêşxistin û geşkirinê da, Gulf Keystone Petroleum pêşbîniya ewe dike berhema neftî ya kêlgehê li rojek da ji bo 43 hezar heta 48 hezar bermîlan bilind bibe, bi taybetî li çareka sêyema îsal da, heta digihin armanca dawiya salê ku 55 hezar bermîl nefte li rojek da.

Jhon Ferrer Birêveberê bi cîhkarê kompanyayê dibêje: “Sala derbasbûyî berdewam bûyîn li zêdekirina çalakî û bilind kirina berhema neftî, li hemû rûyek ve qazanc û berheman zêde kir û eve jî xwesta me ya li salek da pêkanî.

 

Back to top button