Gulen di derbarê serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir
Cemal Uşşak Cîgirê Serokê Weqfa Nivîskar û Rojnamevanan ku yek ji navê herî girîngê Cemaeta Gulen e ji bo Kurdan peyamekî daye û hêla sora pirsa Kurd û dîtin û nêrîna Fethullah Gulen ya di derbarê serxwebûna Kurdistanê de belav kiriye.
Uşşak raya Fethullah Gulen ya di derbarê pirsa Kurd û daxwazên wan de wiha dibêje: Ji bo ku Kurd bikaribin raya xwe bînin ziman, em piştgiriya xweserî û federaliya Kurdan dikin. Wekî pêdiviyeke azadiya ramanê dikarin vê yekê bibêjin. Lê belê helbet ji bo pêkhatina vê ne gengaze û ne mumkune. Eger ev bibe, gumana me heye ku Kurdên Tirkiye mafên xwe yên mirovî û mafên xwe yên îslamî jî ji dest bidin. LI TIRKIYÊ DE, PIRSA KURD BI ÇARESERIYÊN HERÊMÎ Û AXÊ RE ÇARESER NABE. Divê tişteke wiha bê kirin ku çareseriyek ji bo Kurdê Edirne, Diyarbekir, Stenbol û Manisayê jî bê kirin. Daxwazên axê jiyana Kurdên ji derveyê herêmê dixe nava metirsiyê. Sibê du sibê wekî ku Britanya û Ispanya kirî bihêzkirina rêvebiriyên xwecihî, wekî tehdîdek neyê dîtin, wê demê dikarin bînin ziman. Niha jî mafê wan heye bînin ziman lê belê ez bawer nakim eve ne bi xêra Kurdan daye û ne jî di xêra Tirkan de ye.