Gul: Cihê çareseriya parlemento ye
Wek tê zanîn ji bo du parlementerên CHP-ê yên girtiyê doza Ergenekonê nehatin berdan CHP-ê roja vekirina parlementoyê de sund nexwar. Ji bo vê yekê serokkomar Gul , serokê CHP-ê dawetê Qesra Çankaya kir û hevdîtinek kir.
Li gora agahdariyan ji bo vê hevdîtinê hatîn ragihandin; Kiliçdaroglu sedema helwesta CHP-ê gotiye û ji Gul xwestiye ku arîkariya çareserkirina vê pirsgirêkê bike. Gul di vê derbarê de şîret li Kiliçdaroglu kiriye û gotiye: Hinek pir girêk hene divê bêne çareserkirin. Lê ev pirs li parlementoyê tê çareserkirin û parlementer dikarin çareseriyekî peyda bikin. Ji bo vê yekê jî ji bo çareseriyê divê hun herin parlementoyê û sund bixwin.
Îro jî Gul Şerefettin Elçî û Ahmet Turk dibîne. Dixweyê her tişta ku ji Kiliçdaroglu re hatî gotin , wê ji wan re jî bê gotin. Çareserî ji helwesta Gul behtir helwesta van aliyan ve girêdaye.