Gotina ku siyaseta Tirkiye serûbin dike: KURDISTAN
Li Edremita navçeya bajarê Balikesirê, berbijêrê CHPê yê şeredariyê ji bo gotina Kurdistanê ji partiyê tê avêtin.
Berbijêrê CHPê yê Edremitê, xwe amade dikir ku axaftinekî bike. Lê mikrofon vekirî bû , wî nizaniya. Kesek nêzik wî bû û got“Dengên me ji bo Kurdistanê ne“. Berbijêrê CHPê Hasan Selman Arslan got , ev tê wateya dê denga bidin me.
Ev bûyer di nava CHPê de bû problemek mezin. Nawenda CHP niha dixwaze Arslan ji partiyê bavêje. Di vê derbarê de berpirsên CHPê dibêjin ku ev gotin paravakasyon e. Arslan bi xwe di vê derbarê de got: Ez di jiyana xwe hemûyê de naxwazim navê wê yekê(Kurdistan) bînim ser deve xwe. Ne mimkine ku ez tu cara pişgiriya tiştek welê bikim.
Herweha li ser hemen babetê cîgirê serokê CHPê û berdevkê vê partiyê Faik Oztrak da xûyakirin ku, berbijêrê me xeletiyek mezin kiriye û em wî didin disiplînê ku ji partiyê bête îxrac kirin.
Pirsa Kurdistanê di van hilbijartinan de, bû babetek ya propagandayê. Hevserokê HDP Sezai Temelli gotina Kurdistanê bê ku lê bawerbe bi karanî. Erdogan li himber vê gotinê redfelek mezin nîşan da. Niha jî di nava CHPê de bû sedemê ji partiyê avêtinê. Di rastiya xwe de, ev alî hemû bi hevre ji bo navê Kurdistanê winda bibe xwedî projene.