Polîtîk

Gotina Kaplan ber avê ket

   
   
Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş jî îro hêrsa xwe li Hasip Kaplan anî ku Kaplan derbarê hevdîtinên Öcalan de daxuyanî dabû.

Wek tê zanîn di qampa BDPê de parlamenterên jin yên BDPê ji ber tevgerên Kaplan, gilî û gazincên xwe anîbûn ziman, piştrê jî Kaplan ji wezîfeya wekîltiyaseroktiyê berdabû û dewsa wî Baluken ev peywîr girtibû.

Îro Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş, bi hin BDPyîyan re li ber girtîgeha Diyarbekirê ya Tipa E ji bo piştevaniya girtiyên greva birçîbûnê dikin daxuyaniya çapemeniyê da. Demirtaş bertek nîşanî daxuyaniyên Hasîp Kaplan da ku, Kaplan gotibû dibe bi Öcalan re hevdîtin dest pê kiribin.

Demirtaş wiha got: “Di hin daxuyaniyan de hat gotin ku dibe bi Öcalan re hevdîtin dest pê kiribin. Hin parlamenterên me jî wek wisa xeberdan. Ez hemû texmînên şexsî ne. Ez van daxuyaniyan rast nabînim. Daxuyaniya parlamentere me jî rast nabînim. Divê texmîna xwe ya şexşî ji xwe re bihêle.”

Hevserokê BDPê got ku heke tiştekî wisa hebe, hiqûmetê daxuyaniyê bide. Niha di destê me de ti agahî tinene ku bi Îmraliyê an jî li Osloyê hevdîtin pêk tên. Divê eva wisa were zanîn.

Xeber: Miheme/xeberênkurdî

Back to top button