Civak

Goran:Pêwîste Hikûmeta niha bê hilweşandin

Berdevkê Tevgera Goran bi munasebeta derbasbûna salekê li ser daxuyaniya heft xalî ya vê tevgerê, daxuyaniyekê belav dike û heman daxwaziyên sala borî dûbare dike û dibêje: “Ev hikûmeta partîtî ya niha ya YNK`ê û PDK`ê pêwîste bihilweşê û li şûna wê hikûmeteke demderbaskirinê bê damezrandin.” Endamekî Polîtburoya YNK`ê jî dibêje “em hikûmeta demderbaskirinê qebûl nakin, ji ber ku desthilata wê tune.”

Ev daxuyaniya Goranê rojekê piştî daxuyaniya Sekgiterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî, Selahedîn Behaedîn bo xortên Yekgirtû tê ku tê de dibêje “xortên me divê bi şêweyekî berpirsyarane tevbigerin, çi û kî pêwîst bû bên guhertin, divê bi planeke dirust û aqilî bê guhertin.” Herwiha dibêje “me karekî başkir ku em bi ciddî û ji dil beşdarî serhildana Sibat, yên piştî wê û meydanên azadiyê bûn.”

Peyama Sekrterê Yekgirtû û Daxuyaniya Tevgera Goran hevdeme ligel van handanên ku li ser malperên civakî yên înternêt û facebookê di rojevê de ne bo dubare destpêkirina xwepîşandanan di 17`î Sibata dahatî de.

Pîre: Em ligel xwepîşandanan in

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan, Sadî Ehmed Pîre derbarê daxuyaniya Tevgera Goran û peyama Selahedîn Behaedîn de got. “Em ne sala borî û ne îsal ligel xwepîşandanan nebûn û nînin.”

Tora Parastina Maf û Azadiyên Xelkê piştî daxuyaniya 7 xalî ya Goranê ku têde doza hilweşandina parlamen û hikûmetê kiribû, di 17`î Sibata sala borî de li ber Dekê Serayê mîtîngeke piştevaniyê bo şoreşên gelên Tunis û Misrê sazkir, lê pişt re rêya mîtîng berbi xwepîşandanê bo ber deriyê Şaxê 4`ê Partiya Demokrata Kurdistanê çû û xwepîşandan heta 19`î Nîsanê domkir ku tê de bi giştî 9 kes hatin kuştin.

Berdevkê Goran, Şaho Seîd di beşeke daxuyaniyê de dibêje “ev hikûmeta partîtî ya niha ya YNK`ê û PDK`ê divê bê hilweşiyan û hikûmeteke demderbaskirinê li ciyê wê bê avakirin. Hikûmeteke wisa be ku paketên opozisyonê bike karnameya xwe û amadesaziyan bike bo hilbijartinên pêşdem.” Lê Sadî Pîre dibêje “em hikûmeteke demderbaskirinê qebûl nakin, ji ber ku desthilatên wê tunene.” Wî herwiha got “ti hikûmetek nehatiye avakirin da ku tenê karnameya opozisyonê cîbicî bike. Ew eger wisa fêmkiribin ew şaşin.”

Yekgirtû: Me behsa xwepêşandanan nekiriye

Yekgirtîya Îslamî Kurdistan red kir ku hewldanên wan hebin bo dubarekirina xwepîşandanên 17`î Sibatê. Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî, Mewlûd Bawemurad derbarê daxuyaniya Tevgera Goran got “ti têkiliya daxuyaniya Goran bi me nîne, ji ber ku wan pirsyara me nekirine, loma ew tenê nerîna wan nîşan dide.” Mewlûd Bawemurad herwiha got “opozisyon niha hewl dide projeya me ya çaksaziya bikeve nava karnameza hikûmetê, lê min nebihistiye ku xebat bo wê yekê bê kirin ku xwepîşandan bên encam dayîn.”

Bawemurad ev yek jî ronî kir ku “Polîtburoya Yekgirtû bi ti awayekî behsa encamdana xwepîşandanên seranserî nekiriye.” Berpirsê Têkiliyên Tevgera Goran, Mihemed Tofîq Rehîm jî dibêje “me ji bilî vê daxuyaniyê ti komênteke din nîne.”

Sekrterê Giştî yê Yekgirtû di peyama xwe de xwepîşandanên 17`î Sibata borî weke serhildan bi nav dike û dibêje ” me karekî başkir ku em bi ciddî û ji dil beşdarî serhildana Sibat, yên piştî wê û meydanên azadiyê bûn, lê dema me zanî ku desthilat bi bê minetî planeke xwînrêjî heye û amadeye êrîşî giyan û samanê xelkê bide. Li vir helwest pêwîst bû ka rast û pêwîste em xortên xwe û xelkên serhildayî yên ser caddê dehif bidin bo domandina vê rewşê ku îhtîlama herî mezin bû şerekî girseyî û cengekî navxwe pêk bê.”

Endama  Civata Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê, Çinar Sadulla dibêje. “Yê ku hewla encamdana xwepîşandanan dide dixwaze bazara milmilanê xweşbike û bêtir alîgiran bikşîne aliyê xwe.”

Çinar Saed derbarê daxuyaniya berdevkê Tevgera Goran û peyama Selahedîn Behaedîn got “belavkirina vê peyam û daxuyaniyê ku hevdeme ligel nêzîkbûna salroja xwepîşandanên 17`î Sibata sala borî, bi nerîna min zemînesaziye da ku bûyerên din pêk bên û caddeyê dehif bibin berbi wê nerînê ku eger ew desthilatdar bin ewê proje û programên baştir pêşkêş bikin.”

“Ti tiştek li holê nîne ku heta xwepêşandan bên kirin”

Endamê Polîtburoya Komela Îslamî, Tofîq Kerîm derbarê hewlên tên dayîn bo dubarekirina xwepîşandanên 17`î Sibatê got “em weke Komela Îslamî ku beşeke opozisyonê ne, ti programeke me tune bo xwepîşandanan yan bo zemînesaziyê bo xwepîşandanan.” Wî herwiha got “me di sala borî de jî di destpêkê de beşdarî xwepîşandanan nekir, lê pişt re me piştevanî kir. Em niha jî ligel desthilatê û kek Nêçîrvan ku biryare hikûmeta dahatî pêkbîne, em danûstandan dikin û hêşta gelekî zûye em wê biryarê bidin ku divê xwepîşandan bên encam dayîn. Ji ber ku tiştek pêknehatiye ku xwepîşandan bên encam dayîn.”

Selahedîn Behaedîn di peyama xwe de pirsyar dike kîjan ji dirûşmên (barke, hilweşandin, çaksazî) bo Kurdistanê pêwîste û dibêje “rewşa Kurdistanê ezmûneke federalî ya netemame, desthilatê xwe bi rêya hilbijartinan bicihkiriye, dezgehên hikûmetê jî nebûne sazî û doza netewî jî negihaye armanca xwe.”

Sadî Ehmed Pîre dibêje “yê behsa (Barkirin û hilweşandinê) dike ev boçûneke zêdeye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi darbeyê nehatiye ser desthilatê heta bi darbeyê biçe. Lê ew bi dengê xelkê hatiye û wê bi dengan jî biçe.” Wî herwiha got “ev rewşa niha li Îraqê heye bûye sedema bihêzbûna bingeha Kurdan, lê ev daxwaziyên niha hin aliyên opozisyonê dikin bi rêya daxuyanî û peyaman dibin sedema lawazbûna bingeha Kurdan. Loma li şûna van daxuyanî û axaftinan bila aliyên opozisyonê gotûbêjên ciddî pêkbînin ligel vî birêzê ku wê hikûmeta dahatî pêkbîne.”

(Rûdaw)

Back to top button