Polîtîk

Goran:Berhem Salih ji bo berjewendiyên xwe dijî waliyê Kerkûkê dernakeve!

Parêzgerê ne rewa yê Kerkûkê zimanê kurdî li saziyên hikûmetê yên li bajar qedexe kiriye. Gorran jî radigehîne ku herçend destûr desthilat daye serokkomar jî, lê Berhem Salih û YNK ji ber berjewendiyên xwe li ser wê dosyayê ‘’Rewşa xwe xirab nakin.’’

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran Nizar Mehmûd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryara parêzgerê Kerkûkê Rakan Seîd berevajî destûra Iraqê ye, ji ber zimanê kurdî û erebî du zimanên fermî yên Iraqê ne. Lê serokkomar û rêveberên me li Bexdayê ti demê bi zimanê kurdî neaxiftine. Ji ber xwe fêrî zimanê erebî kirine û bi zimanê erebî axaftinê dikin.’’

Herwaha got, serokkomarê Iraqê li gor wê desthilata ku heye parêzerê destûrê ye. ‘’Qedexe kirina nivîsan bi zimanê kurdî dijî destûra Iraqê ye, ji ber wê pêwîste serokkomar xwedî helwêstekî tund be û rê nede zimanê kurdî bê qedexe kirin.’’

Nizar Mehmûd got, Berhem Salih li gor destûrê ew desthilata di dest wî de heye dikare biryara parêzgerê Kerkûkê hilweşîne, lê ‘’Ez pêşbînî nakim ku li hember wê biryarê ti tiştekî bikin. Ji ber naxwazin pêgeh û mekanê xwe ku ji bo berjewendiya xwe ya partî bixin metirsiyê, ji ber wê jî ez dibêjim ew ji bo wê pirsa çarenivîssaz tiştê wisa nakin û rewşa xwe xirab nakin.’’

Back to top button