Goran tevli civîna parlementoyê nabe
Endamê Komita Rêvebirinê ya Tevgera Goran Şoreş Hacî ji medya tevgera xwe re ragihand, ku firakisyona wan beşdariyê di civîna ektîvkirina Perlemana Kurdistanê de nake û got: “Yekdengiya ni]timanî li ser civîna îro çênebûye û ev yek nabe sedem jib o ektîvkirina Perleman.”Ji aliyê xwe serokê firakisyona Komela Islamî Merwan Gelalî ragihand ku ew jî beşdariyê di rûniştina îro de nakin, ji ber ku bi gotina wî: “Rêketina siyasî di navbera aliyan de nehatiye kirin.”Berî niha jî serokê firakisyona Partî Dîmukratî Kurdistan Ûmîd Xoşnaw, di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re, tekezî li ser wê yekê kir, ku îro êvarî civîna ektîvkirina Perlemana Kurdistanê wê di dema xwe de bê lidarxistin û got: “Tevahiya aliyan ji bilî Komel û Goran, wê amadeyî civînê bibin.”