Polîtîk

Goran naxwaze parlamento çalak bibe

Endama Encumena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê û Seroka Partiya Kombûna Bê Alî ya Tirkmenî û parlementera parlementoya Kurdistanê, Mona Qehweçî ji Rûdawê re ragihand: “Her çend ku li gorî daxuyaniya wan, Tevgera Goranê naxwaze Parlamentoya Kurdistanê were aktîvkirin, lê belê di heyama vê heftiyê de, Serokê Herêma Kurdistanê dê li gel aliyên siyasî yên beşdar di hikûmet û parlamentoyê de bicive.”Mona Qehweçî dibêje: “Em daxwaz dikin, ku Serokê Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem li gel aliyên siyasî bicive, bi armanca dîtina rêyekê bo çalakkirina parlamentoyê.”Mona Qehweçî tekez kir: “Êdî nabe ku xelk bo berjewendiya hinek aliyên siyasî were qurbanîkirin.” 

Back to top button