CîhanPolîtîk

Giringiyek taybet a Kurdistanê ji bo Kanada heye

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Harjit Singh Sajjan Wezîrê Berevaniya Kanada û şandeka serbazî û dîplomasiya pê re kir.Li hevdîtinekê bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Sajjan kêfxweşiya xwe ji bo serdankirina Herêma kurdistanê nîşanda û pesna aramî û bi hev re jiyana pêkhatiyên netewî û olî yên Herêma Kurdistanê kir û spasiya Gel û Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ji bo parastina kultûrê lêborîn û be hev re bûnê li Herêma Kurdistanê.Her wiha destxweşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku zêdebarê kirîza darayî, bi baştirîn metod pêşwaziya koçber û penaberan kiriye û cihê veman û xizmetkarî ji wan re dabîn kiriye. Kêfxweşiya xwe jî ji bo hemahengiya navbera pisporên Kanada û Pêşmerge nîşanda ku li Herêma kurdisranê meşq û rahênanê bi Pêşmerge dikin û her wiha got welatê wî li ser alîkariyên mirovî û serbazî ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe.Serokwezîrê Herêma kurdistanê spasiya serdan û têbîniyên Wezîrê Berevanî û Hikûmeta Kanada kir ji bo alîkariyên mirovî û serbazî ku pêşkêşê Herêma Kurdistanê dike û hêviya berdewam bûna alîkariyan xwest, bi taybetî ku ji bo operasiyona rizgarkirina Musilê û piştî operasiyonê jî, ji bo asayişa bajêr û derdora wê gelek pêwîst e.Her wiha destxweşiya pisporên serbaziyên Kanada li Herêma Kurdistanê kir ku meşq û rahênaneka baş bi Pêşmerge dikin. Amaje bi vê yekê jî da li dema ku Birêz Sajjan bûye Wezîrê Berevaniya Kanada, hemahengî û alîkariyên serbazî ji bo Pêşmerge gelek baştir bûne û amdeyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nîşanda ji bo bihêzkirina têkilî û hemahengiyê.Li dawiyî jî her du aliyan bal kişandine ser rewşa deverê û Îraqê û operasiyona rizgarkirina bajarê Musilê ji destê terorê bi hemahengiya navbera hevpeymanan, Supahê Îraqê û Pêşmerge û tevî rolê Pêşmerge di vê operasiyonê de û pilana piştî rizgarkirinê û hin babetên têkildar.

Back to top button