Polîtîk

Giregirên KCD-ê bo agirbestê civiyan

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk, Aysel Tugluk, parlamenterên BDP’ê Ayla Akat, Sebahat Tuncel û nêzî 100 delegeyên KCD’ê, li Navenda Cegerxwîn a Amedê hatin ba hev û dest bi civîna awarte kirin.

Civîn dê sibê jî bidome. Hate ragihandin ku di civîna ku ji rojnamevanan re girtî tê domkirin de, li ser agirbesta ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye îlankirin, helwesta Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, operasyonên Artêşa Tirk ku li hemberî PKK’ê tên kirin, nîqaş tên kirin. Çav li rê ye ku di vê civînê de li ser helwesta BDP’ê ya referandûmê jî nîqaşên xurt bên kirin. Delegeyên ku tevli civînê bûn, piranî dixwazin ku BDP helwesta xwe ya boykotê bidomîne û kengê hikûmet ji bo aştiyê peyamek da û gavek avêt, wê çaxê bila BDP dev ji boykotê berde û bangewaziya “erê” bike.

 

Dilar Sewledar/Warvin

Back to top button