Geştiyarên kurd hatin berdan
Hemû ew geştyarên Kurd ên ku ji ber bûyera êrîşa tundrewan a li Trabzona Tirkiyê hatibûn girtin, îro hatin berdan.
Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, Samî Celal ji Rûdawê re ragihand: “Tevahiya geştyarên Kurd ên li Tirkiyê hatibûn girtin, serbest hatin berdan.”
Grûpeke geştyarên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê, ku ji 50 kesan pêk hatibû, li Trabzonê rastî êrêşa tundrewan hatibûn. ji ber ku xwestibûn bi Ala Kurdistanê wêneyên xwe bigirin, li navçeya Çaykara ya Trabzona Tirkiyê rastî êrîşa nijadperestên Tirk hatibûn.
Piştî bûyerê 9 kes ji geştyarên Kurd ji aliyê hêzên polîs ên Tirkiyê ve hatibûn girtin.
Bûyera êrîşkirina tirkên tundrew bo ser geştyarên Kurd li bajarê Trabzonê yê Tirkiyê, rastî rexneyên çend parlamenterên wî welatî hat.
Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê, Mustafa Yeneroglu di twîttekê de, bûyera li Trabzonê weke bûyereke qirêj bi nav kir û bi pêwîst zanî, ku daxwza lêborînê li wan geştyaran bihê kirin.
Yeneroglu dibêje: “Ev al, şalgerden, ala Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ye, Helbet xelkê wê derê weke me rêz û hezkirina xwe jibo ala xwe nîşan didin. Eger êrîşkirina ser ala Tirkiyê li Hewlêrê her çi be, êrîşkirina ser ala Herêma Kurdistana Iraqê bi heman şêweyî girêj e.”
Mustafa Yeneroglu di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Weke ku êrîşkirina ser wan ne bes be, di ser de jî serederiya weke tawanbaran li gel wan geştyaran, nayê qebûlkirin.”
Parlamenterê AK Partiyê herwiha daye xuyakirin ku “nabe PKK weke hincet bo vê êrîşê bihê nîşandan.” Mustafa Yeneroglu tekez dike: “Girêdaana vê bûyerê bi PKKê nezanîne. Ez hêvî dikim lêborîn li wan geştyaran bihê xwestin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî îro derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, Ala Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de destûrî ye û daxwaz kir, geştyarên Kurd bi zûtirîn dem bêne berdan.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye gotin: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî nîşandana nîgeraniya xwe li ser vê bûyerê, aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê jî erkdar kirine, ku li gel berpirsên Tirkiyê bikevin têkiliyê, daku bi zûtirîn dem geştyarên Herêma Kurdistanê bêne azadkirin.”
Li ser yasayî û destûrîbûna Ala Kurdistanê, di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Aşkere ye ku Ala Herêma Kurdistanê, di nav Iraqê de aleke destûrî ye û pêştir jî li firokexaneyan û holên pêşwaziyê li Tirkiyê, jibo pêşwazîkirina li aşndên Herêma Kurdistanê hatiye danîn.”
Li ser bûyera êrîşa ser geştyarên Kurd Walîtiya Trabzonê di daxuyaniyekê de ragihandibû, Serdozgeriya Giştî ya Navçeya Çaykara 9 kes desteser kirine û karûbarên dadweriyê derbarê wan de hatiye destpêkirin.
Ev daxuyaniya Walîtiya Trabzonê rastî nerazîbûna parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu hat. Belaroglu di twîttekê de bi tundî helwesta Walîtiya Trabzonê rexne kiriye û gotiye: “Welatî wiha fikirîne ku ev al, ala PKKê ye, lewma bertek nîşan dane. Başe êdî çawan ku walîtî baş dizen ev ala û nivîsa han a Bakurê Iraqê ye, daxuyaniyek wiha belav dike? Gelo welatiyên me nikarin ala me li welatekî din bilind bikin?”
Rudaw