Wana ku sînorê herî dirêj ê bejayî bi Îranê re heye, di van salên dawî de mazûvaniya turîstên Îranî dike. Li gorî daneyên Odeya Bazirganiyê ya Wanê par 600 hezar geştiyar çûne bajêr ku 400 hezar jê Îranî ne. Tê payîn ku îsal ev hejmar bigihêje 1 mîlyonî. Tûrîstên Îranî ji bo bajêr xetên jiyanê ne.
Geştiyarên Îranî yên ku bi rêya şîrketên gerê yan jî bi serê xwe tên, bi giştî 2-3 şevan dimînin û 400 heta 600 dolaran xerc dikin. Îranî bi piranî navendên danûstendinê û cihên şahiyê tercîh dikin. Di van salên dawî de, otêlên li bajêr bi rêjeya ji sedî sed tijî xizmetê didin. Tevî zêdebûna bilez a hejmara otêlan, geştiyarên Îranî di peydakirina cihekê de zehmetiyan dikişînin. Ev rewş dibe sedem ku hem bihayê otêlan zêde dibe û hem jî geştiyarên Îranî yên li bajêr veca berê xwe didin bajarên Behra Reş û Behra Spî.