Polîtîk

Geştên li navbera Kurdistan û Yunanistanê tê vekirin

Xanima Magdalînîkara Kolî Sekretera Peywendiyê Aboriyên Derekî ya li Wezareta Derveya Yunanistanê ragihand: Geşkirina Herêma Kurdistanê ji xeyala me gelek zêdetir bû, her ji bo wê yekê dixwazîn peywendiyên me li gel Kurdistanê bêhtir pêş bixîn.

Her wiha Magdalînîkara ragihand: Li çarçêweya hewlên wan ji bo geşkirina peywendiya Herêma Kurdistanê û Yunanîstanê, li gel kompanyayekî firokevanî hatiye guftugokirin û demeke nêzîk de geşta raste rast ya li navbera Yunanistan û firokexaneyên Herêma Kurdistanê de destpêdike.

Her wiha balkişand li ser wê yekê ku Yunanistan li ruyê veberhênan û geştuguzariyê ve welatekî pêşketiye û dixwaze li vî warî de hemahengiyê li gel Herêma Kurdistanê bikin.

Back to top button