
Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro li herêma Raperînê çekên xwe danîn. Dîmen dê piştî saet 11ê şevê werin weşandin.
Çekdanîn nîşaneyeke niyeta baş a PKKê ye ku amade ye dev ji têkoşîna çekdarî berde.
Şandeyeke payebilind a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) ji Bakurê Kurdistanê hatiye da ku beşdarî merasîmê bibe. Lêbelê, hîn ne diyar e ka kî dê ji hikûmeta Tirkiyeyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî merasîmê bibe.
Berdevka PKKê Ayşegul Doğan got, “Hevserokên me, berdevkên civakên me, hejmarek parlamenter û endamên komîteya rêveberiyê dê beşdarî merasîmê bibin.”
Pêvajo li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê bi çekdanînê bikeve qonaxek nû, lê ev ne qonaxa dawî ya pêvajoyê ye, xuya dike ku destpêkek din ji bo pêvajoyê ye. Li gorî Sazai Temalli, cîgirê serokê fraksiyona DEMê li parlementoya Tirkiyê, pêvajo bi çekberdanê çareser nabe û divê garantiyên qanûnî hebin.
Piştî dîmena sembolîk a çekberdanê, çav li ser Tirkiyê ne, tê payîn ku hikûmet û parlementoya Tirkiyê gavên nû bavêjin da ku pêvajo bi ser bikeve. Li gorî berdevkê AKPê Omer Çelik, roja Şemiyê Recep Tayyip Erdogan dê gotarek dîrokî li ser pêvajoya çareseriyê pêşkêş bike.