Gerek li Diyarbekir û Ciwanên Kurdistanê
Tevgera Ciwanên Kurdistanê hinek çalakiyên cuda û balkêş pêktînin. Ji berî çend rojan di facebookê de nivîsek û hinek weneyên Ciwanên Kurdistanê li Diyarbekirê gelek bal kişand.
Beşek ciwan endeman Tevgera Ciwanan bi Ala Kurdistanê û flamayên Tevgera Ciwanên Kurdistanê li cihên dîrokî û herweha li kolanên Diyarbekirê geriyane.
Ev helwest û gera wan bala xelkê bajêr kişandiye. Gelek kesan li gel wan axavtin kirine û pirsa vê gera wan kiriye. Ciwanan jî behsa Ala Kurdistanê kirine, behsa nirx û mukadasatên netewî yên welat û miletê xwe kirine.
Kifşe Diyarbekir, ew Diyarbekira ku sembola azadiyê Şex seid û hevalên xwe ji aliyê kemalistan ve hatin idam kirin, ew Diyarbekira ku bûyî şahidê gelek serhildan û berxwedanên Kurdan, hêja Ala Kurdistanê nas nake.
Ji ber ku eve çendên salane ew Al nedîtine. Ne çelakiyê kî de , ne xwepêşandanekî de û herweha ne ew newroza bi milyonek insan vet ê pîroz kirin Ala xwe nedîtine. Bi zanebûn ji Ala Kurdistanê û nirxên netewî hatine dûrxistin.
Heta gelek caran li Bakur ji bo Ala Kurdistanê dibêjin “ Ala Barzanî`
Ala Kurdistanîye serokê Kurdistanê bi xwe jî wek her kurdekî îro li Başûrê welatê mebi bilindbûna vê Alê şanazîye dike.
Di derbarê vê gera li bajarê Diyarbekir ciwan jî dibêjin:
“Em do bi alên rengîn li kolanên Dîyarbekirê gerîyan. Çûn cihên dîrokî, cihên navendî… Bi vê awayî me bi gelek kesan re têkilî danî. Hin kes dihatin û me pîroz dikirin. Hin kes dixwestin ku bi ala rengîn sûretan bigirin. Hin kes jî me rexne dikirin ku em çima bi “ala Barzanî” digerin. Ji xwe mebesta me jî ev bû.
Miletê Kurd bi hesreta dîtina ala xwe ye. Lê ji ber ku di vî warî de kêmasî heye, wek ku me li jor jî diyar kir gelek kes bi ala xwe, bi dîroka ala xwe nizanin. Loma jî bi derewên dûvikan dixapin . Me jî xwest him dilê miletê Dîyarbekir ku bi hesreta alê diavêje xweş bibe him jî kesên ku alê nasnakin û bi derewan dixapin bila ala xwe nas bikin.
Reaksiyaneke xweş çêbû. Me dît ku êdî al ji berê bêhtir tê naskirin, êdî milet zû bi zû bi derewan naxape û her ku diçe zêdetir li ala xwe yê netewî xwedî derdikeve. Ev rewş me kêfxweşkir û di xebatên me de bû morelek ji bo me.
Emê çalakiyên xwe yên bi vê rengê bidomînin. Ji ber ku ev der Kurdistan e û divê li her derê Kurdistanê ala rengîn bilind bibe.“
Tîbiniyek: Ev nivîs di Nasnameyê de hatine weşandin..
Weneyên Ciwanan li Diyarbekir: