Polîtîk

Generalê kevin cara duyeme tê girtin

 
Generalê xanenişîn Xurşîd Tolonê ku niha li ser doza terora Ergenekonê di girtîgeha Silîvriyê de ye, cara duyem li ser doza rûdana li  Weşanxaneya Zîrweyê digel sê kesên din hate girtin.

Çewa ku tê zanîn, roja 18ê Nîsana 2007an, sê kes li Weşanxaneya Zîrwe ya Meletiyayê hatibûne serjêkirin ku yek ji wan Elmanî bûye. Ev doz niha li bajarê Meletî li Dadgeha Cezayê Giran ya Sêyemîn tê domandin.

Ew sê kesên din ku Dadgehê sezayê girtinê derheq wan de daye, ev in: Adem Gedik, Lewend Ercan Gelegen û Huseyin Yelki hatin desteserkirin û ew hinartin giretîgehê. Li ser vê bûyekê di îdîanameyê de generan Xurşîd Tolon wek kesê yekemîn e ku bi tawanê hatiye destnîşankirin.

 

Rojeva Kurd

Back to top button