Gelo ya li Îraqê diqewime Bihara Erebî ye
Xwepêşandanên li dijî Malikî û hikûmeta wî hemû bajarên Suneyan vegirtin û roj bo rojê berfirehtir dibin.
Berî çend rojana zêrevanên serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî avêt ser avahiya wezareta darayî û zîrevanên Rafi Îsawî wezîrê darayî yê hikûmeta Îraqê bi tawana terorê girtin. Rafi Îsawî yek ji siyasetmedar û kesatiyên Suneye û xelkê Wîlayeta Enbarê yê.
Piştî girtinas zêrevanên wezîrê darayî, xelkê wîlayeta Enbarê derke ser cadan û li dijî Nurî Malikî û hikûmeta wî xwepêşandan dest pê kir. Xwepêşanderan dirûşmên li dijî Malikî bilind kirin û ew bi zelamê Îranê tawanbar kir.
Roja îniyê li Feluce, Romadî, Samera û Mûsilê bi sedhezaran kesan li dijî Nurî Malikî xwepêşandan kirin. Sune hest bi wê yekê dikin ku, hikûmeta Îraqê hikûmeta Şîyane û bi fermana Îranê tevdigere û Sune hatine îhmal kirin.
Wesa tê xuyakirin ku, senaryoya girtina zêrevanên Rafi îsawî eynê senaryoya girtina zêrevanên Tariq Haşimî be. Li destpêkê Nurî Malikî zêrevanên Tariq Haşimî cîgirê serokomarê Îraqê girtin û pitre da wî jî girin lê ew ber bi herêma Kurdistanê reviya û çû Tirkiyeyê, nuha Haşimî li Qeterê dijî u heta nuha dadgeha tawanan a Îraqû 5 caran hukimê îdamî li ser wî danaye.