Abdulkadîr Selvî dibêje: “HDP-PKK’ê ku biryara pişgiriya Kiliçdaroglu dabû, dest bi xebatên hilbijartinê kir. Lê ez nizanim dema ku serokên PKK’ê yek li pey hev daxuyaniyên piştgiriyê bidin dê li gel Kiliçdaroglu be yan li dijî wê be.”
Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Gelo bi piştgiriya PKK’ê dê Kiliçdaroglu serbikeve yan jî winda bike” de diyar kir ku mijarên ku divê Kiliçdaroglu zelal bike hene û ev pirs yek bi yek rêz kirin. Beşa têkildar a gotara Selvî wiha ye:
Em ê bibînin ku piştgirîya xurt a PKK’ê ya ji bo Kiliçdaroglû dê bi kêrî Kiliçdaroglû bê yan na. Lê belê ji ber ku rêveberên PKK’ê yên ku demekî bêdeng bûn, yek bi yek daxuyanî dan û ji aliyê CHP’ê ve tu bertek ji PKK’ê re nehat dayîn, ev pirs hat rojevê ku di navbera Kiliçdaroglu û Qendîlê de peymaneke veşartî heye yan na. .
Hinek mijar di tarîyê de ne.
Divê Kiliçdaroglu van xalan zelal bike.
1- Çima Kiliçdaroglû li hemberî daxuyaniyên piştgiriyê yên PKK’ê bêdeng dimîne û dibêje pêwîstiya min bi piştgiriya rêxistina terorê nîne?
2- Ev bêdengî sedemê pêwendiya wî bi Qendîlê re heye yan na? Gelo Kiliçdaroglu bi Qendîlê re peyman çêkiriye?
3- Di berdêla çi de PKK piştgiriya namzediya serokkomariya Kiliçdaroglu dike?