Gelo li Suriye hevbendiyek nû di rê de ye?
Ji berî niha Amerika biryar dabû ku 230 milyon dolar, ji bo ji nûve avakirina herêmên di bin bandora HDSê de bide. Lê ji berî heftiyekî wezereta derve ya Amerika ev biryar cemidan.Di vê derbarê da serokê Amerika Trump daxûyaniye da . Trump dibêje: DYA ji dev wê biryara ku di ne cih de ya 230 milyon Dolara rêbike Suriye sekinand. Dewsa DYA de bila Siudî Erebistan û welatên din yên xwedî pere vê arikariyê bikin.Serokê Amerika dibêje ku heta niha wan 7 trilyon Dolar li Rojhilata Navin serf kirine. Trump da xûyakirin ku, em demek nêzik ji Suriye derdikevin vêca bila hinek din eleqeder bibin.Ji aliyek din ve Trump ,James Jeffrey kir nûnerê taybet yê pirsa Suriye. Jeffrey di navbera salên 2008- 2010ê li Enqere balyozê Amerikayê bû. Herweha di navbera salên 2010- 2012 li Iraqê jî balyozê Amerikayê bû. Ji bo vê tê gotin ku Jeffrey di siyaseta Rojhilata Navîn de gelek şehrizaye û Tirkiye wî kesek nêzik xwe dibîne. Ji bo vê yekê jî gelek pisporên siyasê yên Tirka vê helwesta DYA wek bi awayekî gavek erênî di pirsgirêka Amerika û Tirkiye de dinirxînin.