Polîtîk
Gelo F16 ên Malikî betal bûn?
Li gor agahiyên dawî ya rojnameyan Malikî biryar daye ku peymana xwe ya kirîna çekên F16 ji Rusyayê betal bike.
Serok Wezîrê Iraqê di destpêkê de zext li kompanya Gazproma Rusya dikir ku peyamanên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê re hilweşênê. Her wiha Malikî li gel Rusya peymaneke kirîna çek û firokeyên cengî yên F16 ya ji bo dijî Kurdan îmza kirin. Vê carê peymana kirîna çekan(F16), ku bi bihaya 4.2 milyar dolare, ji aliyê Malîkî ve hatiye redkirin.
Berdevkê Malîkî ragihand: Malîkî di derbarê vê peymanê de, gumana gendelî û bertîlê li cem wî dirust bûye, ji bo wê yekê ferman da vê peymanê nû bikin.