Kerkuk ne Kurdistan be lê çîye?
Li gora nûçeya BASNEWS, ji bo ragehandina herêmekî serbixwe li Kerkûkê, Parêzgarê Kerkûk Necmedîn Kerîm ku yek ji serkirdeyên YNKê ye jî hewldanên xwe tundtir dike û bi aliyên IRaqî û Îranî re gihştiye rêkeftinek kotayî. Çavkaniyek nêzîk ji Necmedîn Kerîm ji BasNews re ragehand: “Parêzgarê Kerkûkê hemû amadekariyên xwe ligel aliyên Iraqî û Îranî temam kirine û piştevaniya pêwîst jibo ragehandina herêmekî serbixwe li Kerkûkê bidestxistiye.” Wê çavakniyê ragehand: “Di du mehên borî de, Necmedîn Kerîm serdana Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) û çend welatekî din jî kir û rezamendî bidestxistie ku Kerkûk bibe herêmekî serbixwe. Herwiha got: “Herêma serbixwe ya Kerkûkê sînorên wê dighên welatê ÎRanê û ti pêwendiya xwe bi Hewlêr û Silêaniyê ve namîne.” Çavkaniya BasNews got jî: “Heta niha Bexda hesankarî kiriye jibo derbasbûna 570 hezar kesên Ereb jibo Kerkûkê bêyî ku pêwîstiya wan bi kerta xwarinê hebe, ew Ereb heger bixwazin dikarin beşdarî dengdanê bibin.” Derbarê agahiya partiyên Kurdistanî ji plana Necemdîn Kerîm çavkaniya BasNwes got: “Niha Kerkûk bajarakî iraqî ye û ya girîng rezamendiya Iraqê were ergirtin.” Herwiha got: “Beşek ji serkirdeyên YNKê jî biştevaniya xwe ji pirojeya Kerkûk wek herêmekî serbixwe ragehandine û bi temamî piştevaniya vê pirojeyê dikin.”Li Başûrê Kurdistanê piştî destpêkirina prosesa referandumê, dijberên refarandumê ji bo astenga serxwebûna Kurdistanê re çêbikin her tiştekî dikin. Nihajî endamê mekteba siyasî ya YNKê û waliyê Kerkukê Necmettin Kerim li gel Îran û hukumeta Bexdayê li hevhatiye ku Kerkuk bibe bacarek serbixwe.Kerkuk bajarêk Kurdistaniye. Ji bo ne li ser herêma Kurdistanê be û serbixwebe? Ev yek gaveke dijê madeya 140ê û herweha li dijê serxwebûna Kurdistanê.