Civak

Gelê Kurdistanê îro mînakeka bi hêz û zindî ya rojhilata navîn e

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de serê sala nû ya Kurdistaniyan pîroz dike. Serokwezîr di peyama xwe de dibêje: Cejna zarokên Kurdistanê bi taybetî pîroz dikim. Silav ji Pêşmerge û hezên asayiş û polîsan ku parêzerê jiyana me ne. Silav ji canê ewên ku xwîn û temenê xwe pêşkeşê welêt kirin.

Peyama Nêçîrvan Barzani:


Ji bona hatina serê sala nû pîrozbahiyeka gerim ji hemû aliyan dikim. Hêvîdarim sala nû bi xêr û xweşî be û gelê Kurdistanê di sala nû de bi ser astengan ser bikeve û armancên xwe bi dest bîne. Gelê Kurdistanê li salên borî gelak êş û azar dîtiye û ji bo bi dest anîna paşerojeka geş û jiyaneka  bi aştî û serdemî gelek qurbanî daye.

Gelê Kurdistanê li sala 2018, rastîyeka gelek mezin ji xwe nîşanda û li du hilbijartinan pişta hêzên rasîtînên xwe berneda û nîşanda ku gel û hikûmet bereyeka bi hêz û yekgirtî ne. Bi vê yekê jî xeyal xav ya nehezan pûç û betal kir.

Gelê Kurdistanê îro mînakeka bi hêz û zindî ya rojhilata navîn e. Li Kurdistanî bi çi awayekê tepeser kirina siyasî, netewî, olî yan mezhebî nine. Her çi qas gelê Kurdistanê bi piranî Sunî mezheb in, lê Şîe, Kirîstiyan, Êzidî, Yarsan û Zerdeştî bi wekhevî bi hev re dijîn.

Em sala nû ji hemû pêkhatî yên netewî û olî yên Kurdistanê; Muslmanên Sunî û Şîe, Kirîstiyan, Êzidî, Kakeyî, Şebek, Zerdeştî, Aşûrî, siryan, Kildan, Kurd, Turkmen, Ermen, Ereb û hemû kesên ku ji Îraq û Sûryê hawara xwe ji bo Herêma Kurditanê înane, pîroz dikin. Herêma Kurdistan bê cudahî mala hemûyan e.

Silav ji berxwedana ciwanan, xwendekaran û jinan ku li benda rojeka geştir û jiyaneka baştir in.

Cejna zarokên Kurdistanê bi taybetî pîroz dikim. Silav ji Pêşmerge û hezên asayiş û polîsan ku parêzerê jiyana me ne. Silav ji canê ewên ku xwîn û temenê xwe pêşkeşê welêt kirin. Silav ji mal û zarok û dayik û bavên şehîdan. Sala nû ya we pîroz be, pêşketina Kurdistanê, çav û dilên we ruhin bike.

Spas û rêz ji bo Kurdistaniyan, bi taybetî ji karmendên hikûmetê ku di salên borî de li hember qeyran û nebûna mûçe li berxwe dan û ji rewşa dijwar û hestiyar a Kurdistanê têgihiştin.

Hîvîxwazim Kurdistan û cîhan, cejan serê sala nû di nava xweşiyê de pîroz bikin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

2018/12/31

 

Back to top button