Cîhan
Gelê Katalon got: Serxwebûn
Li Katalonya yên ku serxwebûnê dixwazin serkeftin. Katalonya herêmek otonomiye li Ispanya. Eve demekê gelê Katalonya doza serxwebûna xwe dike.Partiyên ku serxwebûna Katalonya dixwazin platforma “ Ji bo erê bi hevre“ avakirin.Di hilbijartinên ji bo serxwebûnê de aliyên ku serxwebûnê dixwazin serkeftin. Bi awayek din gelê Katalonya serxwebûna welatê xwe dixwazin û gelê Katalon bi rêya hilbijartina bi awayek demokratîk ev daxwaziya xwe pejirandin.Hêdî rêya serxwebûna vê welatî vebû.Bê guman di vî warî de helwesta dewleta Ispanî girîng e. Lê dixweyê bingeh daxwaziya gelê Katalon e.