Gallant: Şer wê di sê qonaxan de be
Wezîrê Paraztina Îsraîlê Yoav Gallant di derbarê planên xwe yên li dijî Hamasê de agahî da Komîteya Karên Derve û Paraztina Îsraîlê. Gallant ji bo Xezzayê hem behsa rejîmek nû ya ewlekarîyê kir û hem jî ji bo Îsraîlîyan rastiyek nû anî zimên.
Peyamên Îsraîlê yên di derbarê operasyonek bejayî ya muhtemel de zêde bûn. Di dawîyê de, berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari got ku ew xwe ji bo qonaxên pêş ên şer amade dikin. Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Yoav Gallant behsa “şerê sê qonaxan” kir.
Gallant, di civîna Komîteya Karûbarên Derve û Paraztina Îsraîlê de axivî û got: “Îsraîl wê Hamasê ji holê rake, piştî vê yekê wê ti berpirsyarîya însanî ya li Xezayê nemîne û wê li herêmê rejîmek ewlehî ya nû ava bibe”.
Gallant, bal kişand ser roja êrîşa li dijî wan û got: “7ê Cotmehê roja destpêkirina pêvajoya tunekirina Hamasê ye” û diyar kir ku şer wê di sê qonaxan de bidome. Wezîrê Paraztina Îsraîlê destnîşan kir ku ji van qonaxan ewil îmhakirina Hemasê tê armanckirin û wiha got: “Pêşî bi reşandina guleyan, paşê jî bi manevrayên taktîkî, kujtina endamên rêxistinê û hedefgirtina binesazîyê”.
QONAXA SÊYEM: ‘RASTIYEK NÛ’
Gallant got: Di qonaxa duyemîn de, şer wê “bi tundî kêmtir” berdewam bike. Emê avakirina rejîmek ewlekarî ya nû li Xezayê, rakirina berpirsiyarîya Îsraîlê li zîvala Xezayê û çêkirina rastîyek nû ya ewlehîyê ji bo welatîyên Israîlî pêk bînin”.
Gallant doh çûbû serdana leşkerên li ser sînorê Xezayê û gotibû: “Niha hûn Xezayê ji dûr ve dibînin. Di demee nêz de hûnê ji hundir ve bibînin”.